Li Xezeyê ji agirbestê û vir ve 780 kes mirin
Li Şerîda Xezeyê êrişên Îsraîlê dewam dikin. Nîvê şevê di du êrişên cuda de 4 kes mirin. Ji destpêka agirbestê û vir ve jî 780 kes mirin.
Li Şerîda Xezeyê êrişên Îsraîlê dewam dikin. Nîvê şevê di du êrişên cuda de 4 kes mirin. Ji destpêka agirbestê û vir ve jî 780 kes mirin.
Li nêzî bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Şerîda Xezeyê, di êrişa hewayî ya ÎsraîLê de ku nîvê şevê hate kirin, 3 kes mirin. Li gorî rayedarên parastina sivîl ên li herêmê, êriş li bakurrojavayê bajêr hate kirin.
Balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şevê li ser başûrê Xezeyê firiyan.
DI GULEREŞANDINA JI DERYAYÊ DE JINEK MIR
Serê sibehê li peravên bakur ê Xezeyê, di encama êrişa ji keştiyên şer ên Îsraîlê de jineke Fîlîstînî jiyana xwe ji dest da. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku êriş yekser li hemberî sivîlan hatiye kirin.
ZÊDEYÎ 72 HEZAR KES MIRIN
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di êrişên Îsraîlê de herî kêm 72 hezar û 553 FîLîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Piraniya kesên hatin kuştin sivîl bûn.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî zêdeyî nîvê qurbaniyan, nêzî 38 hezar jin û zarokên keç bûn. UN Women diyar kir ku her roj nêzî 47 jin û zarokên keç hatin kuştin.
JI DESTPÊKA AGIRBESTÊ Û VIR VE NÊZÎ 780 KES HATIN KUŞTIN
Li gel agirbesta hesas a ku 10'ê Cotmehê kete meriyetê, li herêmê êriş her roj têne kirin. Hate ragihandin ku ji destpêka agirbestê û vir ve nêzî 780 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.